Angela Merkel polîtîkaya xwe ya bo Rûysa parast

Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel piştî 6 mehan dest ji posta xwe ya Serokwezîrtiyê berda, cara yekem daxuyaniyeke berfireh da.
Merkel rexneyên ku wê di siyaseta xwe ya Rûsyayê de xeletî kirine red kir.

Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel cara yekem derbarê şerê Ukraynayê û têkiliyên xwe yên berê yên bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re daxuyaniyên berfireh da.

Angela Merkel li ber temaşevanan li Berlîner Ensemble Theatre ku yek ji navendên hunerî yên navdar ên cîhanê ya li paytexta Almanya Berlînê ye, bersiv da pirsên rojnamevan/nivîskar Alexander Osang.

Merkel diyar kir ku ew êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê weke “trajediyeke mezin” dibîne û bi xwe pirsa “Ma dikaribû pêşî li vî şerî bigirta?” ji xwe kir.

Serokwezîra berê ya Almanyayê ku di serdema serokwezîrtiya xwe ya 16 salan de alîgirê diyaloga dewam a bi Moskowê re bû, ji bo pêşxistina têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de alîkar bû.

Niha ji nava partiya Merkel, Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) bi xwe rexne li polîtîkayên wê tê kirin.

Angela Merkel diyar kir ku têkçûna hewldanên dîplomatîk nayê wê wateyê ku ew şaş bû.

Merkel, anî ziman ku ew ne yek ji parêzvanên teza “guhertina bi bazirganiyê” ye û got,

“Min bawer nedikir ku Putin wê bi bazirganiyê bêguhertin.”

Merkel anî ziman ku Putin 2007’an li Soçiyê ji wêre gotiye, “Belavbûna Yekîtiya Sovyetê bûyera herî xirab a sedsala 20’an bû” û got, ji ber vê min qet ticarî heta dawwî jê bawer nedikir.

Her wiha destnîşan kir ku ew ê ji niha û pêve rasterast destwerdanê di siyasetê de neke.

Back to top button