Şêniyên Şengalê careke din daketin qadan û daxwazên xwe pêşkêş kirin

Ji roja ku li dijî Şengalê peyman hatine îmzekirin, Şengalî li qadan in. Îro dîsa Şengaliyan li dijî planên li ser Şengalê derketin kolanan û daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên Iraqê kirin.

Şengaliyan daxwaza naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hemû saziyên girêdayî wê kirin.

Şengalî îro careke din li dijî planên li ser Şengalê derketin kolanan û daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên Iraqê kirin.

Şengalî li navenda Şengalê kom bû û ji pêşiya avahiya Desteya Rêveber a Şengalê dest bi meşê kir:

Piştî ku meş li ber avahiya Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê veguherî mitîngê li ser navê Şengaliyan daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz ji hikûmeta Iraqê hatin kirin,

Pêwîste Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hemû saziyên girêdayî wê werin naskirin.

Divê Asayîşa Êzidxanê di çarçoveya yasayî de were naskirin.

Şengaliyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku eger ev daxwaz pêk neyên ew ê heta dawiyê mafê xwe biparêzin û çalakiyan berfireh bikin

Di dawiyê de jî ji serokkomar, serokwezîr û serokatiya parlamentoya Iraqê re ev tişt hat gotin,

”Hûn ji bo rewşa Şengalê, planên li dijî Şengalê û gelê me yê bindest li ku ne?”

Piştî daxuyaniyê daxwazên gel pêşkêşî radeyarên Ewlekariya Nîştimanî hatin kirin.

Rayedaran jî destnîşan kir ku wê van daxwazan ragihînin hikumetê û tişta ji destê wan were bikin.

Back to top button