PAJK: Şehîd Gulçiya gabar bû pêşengek jinê ya serketî

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Gulçiya Gabar, Pelşîn Newroz, Nalîn Mûş û Hêlîn wên bi rêzdarî bi bîr anî û got: Em ê sala 2023’an bikin sala hesabpirsîna mezin ji faşîzmê û serketinnên mezin.

Koordînasyona PAJK’ê Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulçiya Gabar û Pelşîn Newrozdi salvegera 4’an a şehadeta wê de bi bîr anî.

PAJK’ê di daxuayniyê xwe de diyar kir ku şehîd Gulçiya Gabar nasnameya bawerî, wate û çalakiyê ye û ev tişt got:

Hevrêya me Gulçiya Gabar li her qada ku lê têkoşiya bû pêşengek, fermandarek û şoreşgereke jinê ya serketî.

Li Botan, Amed, Garzan û Rojava rastiya Rêbertî xiste meriyetê û fermandarî ji şer re kir.

Perspektîfa Rêbertî ku digot ‘Her kêliya ji bilî çalakiyê, dema perwerdeyê ye’ ji xwe re kir dîsîplîna jiyanê.

Bi eşqa xwendin û hînbûnê tijî û dagirtî bû.

Felsefeya azadiyê ya Rêber Apo jiya û bû milîtana bêhempa ya pak a xeta Partiyê.

PAJK’ê da zanîn ku têkoşer Gulçiya bi ruh û hebûna xwe baweriya xwe bi partîbûna jinê re anî, di pêşketina têkoşîn û tevgera me ya azadiya jinê de bi rola diyarker rabû.

Di şexsê hevrê Gulçiya de me şahidî ji wê yekê re kir ku jineke bi îdeolojiya Rizgariya Jinê xemilî ye, şert û merc çi dibe bila bibe vediguhere afirînerî, eşqa şoreşê, wêrekî û îradebûnê.

PAJK’ê da xuyakirin ku fermandar Gulçiya bû îfadeya herî şênber a milîtaniya jinê ya ku partîbûn di şexsê xwe de bi ser xistiye û xeta partiyê gihand her qadê.

Rastiya PAJK’bûyîn û PKK’bûyînê bû ku mîna jê bawer dikir dijiya, wateya jiyanê dikir çalakî, bi yekbûna bawerî û hişmendiyê berpirsyariyên xwe bi cih dianî.

PAJK: Hevrê pelşîn Gerîlayeke jin a bi daxwaz û bi biryar bû

Koordînasyona PAJK’ê şehîd Pelşîn Newroz jî ku li gel hevrê Gulçiya Gabar di êrîşa esmanî de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got:

Hevrê pelşîn gerîlayeke jin a bi daxwaz û bi biryar bû.

Li gel temenê xwe yê ciwan jî xwedî tecrûbeyên girîng bû.

PAJK’ê her wiha endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star-HPG’ê Nalîn Mûş û Hêlîn Umut di salvegera 6’an a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û da zanîn ku her 2 têkoşer nasnameya hişmendiya jinê ya xweparastinê bûn.

Koordînasyona PAJK’ê di teqezkir ku ew ê sala 2023’an bikin sala hesabpirsîna mezin ji faşîzmê û serketina mezin.

Back to top button