Parêzer û endamê Yekitiya Hiqûqnasan a Herêma Firatê Îsmet Îbrahîm têkildarî lêkirina dîwar û kolandina xendeqan li herêmên Sûrî yên dagirkirî, dibêje ” Ev li dijî tevahî qanûnên navnetyeweyî ye.”
Ji dema ku Efrîn ji aliyê Tikriyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û heta îro, rojekê jî sûcên wan ranewestiyane.
Tevî van sûcên rojane, niha jî dest bi kolandina xendeqan û lêkirina dîwar li Efrînê kiriye da ku bi temamî tevlî axa Tirkiyê bike.
Parêzer û endamê Yekitiya Hiqûqnasan a Herêma Firatê Îsmet Îbrahîm li dijî vî sûcî bertek nîşan da.
Parêzer Ismet Îbrahîm dibêje:
”Lêkirina dîwar û kolandina xendeqan li herêmên dagirkirî, li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne.
Armanc jê, wan herêman ji axa Sûrî qut bike û tevli axa Tirkiyê bike.”
Parêzer Ismet Îbrahîm tekez kir divê aliyên têkildar ji dewleta Tirk hesab bixwazin.



