Meclîsa Eşîrên Şengalê: Bêyî danûstandinê ti tiştek li Şengalê nayê qebûlkirin

Meclîsa Eşîrên Şengalê îro derbarê pêşketinên dawî yên li ser Şengalê li hev civiya û diyar kir bêyî danûstandin û hevkariyê ti tiştek li Şengalê nayê qebûlkirin. Meclîsê bang li hikumeta Iraqê kir ku pirsgirêkê bi danûstandinê çareser bikin.

Meclîsa Eşîrên Şengalê îro li ser pêşketinên dawî yên ku li ser Şengalê diqewimin li bajaroka Xanesorê ya Şengalê civiya.

Piştî civînê li ser nave meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Dexil Mûrad ve hat dayîn.

Dexil Murad li ser peymanên dijî Şengalê û aloziyên dawî wiha got:

“Dijî Şengalê peymanek hat îmzekirin, Em jî wekî Meclîsa Xweseriya Şengalê, Heyeta Eşîrên Şengalê, rêxistinên Şengalê ji roja destpêkê ve dijî vê peymanê disekinin û ti caran qebûl nakin.”

Murad diyar kir wan bang li hikûmeta navendî û hemû hêzên navnetewî kiriye ku têkildarî Şengalê çi çêbibe bila bibe, pêwîste bi hevkariya bi YBŞ’ê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) çêbibe. Eger wiha nebe, ew biryar nayên bicîhanîn.”

Murad da zanîn ku bêyî hevkariya bi YBŞ’ê re hatina hêzên leşkerî ji bo Şengalê tiştekî gelekî xeter e û got,

“Dixwazin sînorê Rojava û Şengalê bigirin û bi hincetên cuda hêdî hêdî xelkê herêmê bigirin.”

Dexila Murad di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wekî Meclîsa Eşîran gihîştine tifaqekê ku bêyî hevkariya bi MXDŞ û YBŞ’ê re ti tiştek li Şengalê çênabe û bang li civaka Êzidî, serokeşîrên Êzidiyan kir ku tifaqa xwe pêk bînin û xwedî li Şengalê û rêveberiya xwe derkevin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê jî hat kirin ku pirsgirêk bêyî şer û aloziyê werin çareser kirin.

Back to top button