PEN: Divê Başûrê Kurdistanê li gorî madeya 35’an a karê rojnamegeriyê tev bigere

Komîteya Rêveber a Navneda PEN a Kurd banga dadgehkirina rojnemevanên girtî li gorî qanûna hejmar 35 a karê rojnamegeriyê, li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir.

PEN bi rêya daxuyaniyeke nivîskî biryara dadgeha Hewlêrê ya cezaya girtîgehê ku heya 6 salan, li 2 rojnamevan û 3 çalakvanên herêma Behdînanê birîbû, şermezar kir.

Komîteyê destnîşan kir ku belgeyên pêwîst ên ji bo derxistina biryareke bi vî rengî ji aliyê dadgehê ve, nayên qebûlkirin.

Komîteya Rêveber a Navneda PEN a Kurd di dawiyê de, bang li Başûrê Kudistanê kir ku li gorî qanûna hejmara 35 a taybet bi karê rojnamevaniyê, bi rojnamevanan re tev bigere.

Back to top button