LIHEVKIRINÊN NAVBERA FETIH Û HAMASÊ BI BIN KETIN

Piştî hefteyekê ji danûstandinên bi navbênkariya îstîxbarata Misrî, hevdîtinên navxweyî yên navbera tevgera Fetih û HAMASê de yên bi mebesta lihevkirinê, bi bin ket.

Piştî ku HAMASê pêşniyara Misrê red kir, tevgera Fetih bersiv da û got ku êdî baweriya wan bi HAMASê name.

Tevgera Fetih diyar kir ku HAMAS naxwaze perçebûna heyî ji holê rabe.

Li aliyê din tevgera HAMASê ragihand ku Fetih tu niyetên erênî der barê lihevkirinê de nîşan nedaye.

Hêjayî gotinê ye ku HAMAS dixwaze hevpeymana wê bi Fetih re ya sala 2011 were bicihanîn, naveroka wê hevpeymanê jî avakirina hikûmeteke hevbeş navbera herdu aliyan de bû.

Li aliyê din, tevgera Fetih hevpeymana 2017 dipejirîne û hikûmeta hevbeş bi HAMASê re qebûl nake.

Leave a Reply

Back to top button