Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî li navçeya Xaneqînê ya Iraqê kirin

Îro di danê êvarî de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Um Hunte yê bajaroka Gulale ya girêdayî navçeya Xaneqînê kirin, leşkerekî Iraqê birîndar bû

Di saetên vê êvarê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Um Hunte yê bajaroka Gulale ya girêdayî navçeya Xaneqînê kirin.

Şêniyên  gund û leşkerên Iraqê bersiva êrişan dan.

Têkildarî bûyerê Rêveberê Asayîşa Bajarokê Kukis Şemal Ebdulrehman agahî dan ajansa Rojnews’ê û diyar kir ku di despêka êrîşê de çeteyan çekên qenas li dijî şêniyên Gundê Um Hunte bikar anîn û piştre şênî bersiva êrîşê dan û leşkerên Iraqê yên ku li nêzî gund bûn li hewara gundiyan çûn.

Li gorî agahiyên destpêkê leşkerekî Iraqê birîndar bûye.

Back to top button