Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber û rojane êrişî herêmê dikin.
Duh heta îro, topbarana li ser gundên Til Temir û Şehbayê ranewestiya ne. Fermandarên QSDê jî bal kişandin ser bêdengiya hêzên li herêmê ya li dijî êrişan û gotin ewê herêmên xwe biparêzin.
Ji duh heta îro, artêşa Tirk a dagirker topbarana gundên Eyn Îsa, Til-temir û Şehbayê ranewestandiye..
Dagirkeran gundên Minex, Eyn Deqnê, Wehşiye, Um El-Qura û bendava Şehbayê jî kirin armanca topên xwe.
Duh bi şev, gundê Gozeliyê yê başûrê rojavayê Til Temirê yê li ser rêya M4 bi çekên giran hat topbarankirin.
Ji fermandarên QSD’ê Egîd Qeremox: Dewleta Tirk welatiyan dike hedef
Yek ji fermandarên QSD’ê yên meydanî Egîd Qeremox derbarê van êrişan de nirxandin kir û agahî da.
Egîd Qeremox diyar kir ku devera Eyn Îsa di rojên dawiyê de bi dijwarî tê topbarankirin û herî dawî jî malbatek tev de birîndar bûn..
Egîd Qeremox: Li dijî êrişan em ê herêma xwe biparêzin
Egîd Qeremox anî ziman ku ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina dagirkerî û hevalbendên wê, ew ji hemû senaryoyan re amade ne.
Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef: Dewleta Tirk êrişî herêmê dike û hêzên garantor bêdengin
Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ji rojnamevanan re sucên dewleta Tirk û bîlançoya êrişan eşkere kir.
Riyad El-Xelef eşkere kir ku li dijî navçeya Eyn Îsa û gundên wê êriş pêk hatin û di encamê de windahiyên canî û zirarên madî ên welatiyan çêbûn..
Riyad El-xelef anî ziman ku cihên hatine hedefgirtin jî gundên Hoşan, Xalidiyê, Fatisa, Mişêrfê, Sakîro, Xefiye El-Weheb, Erîde û Kor Hesen in.
El-Xelef herwiha diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina gelê herêmê de bersiva êrişan didin û bêdengiya hêzên garantor ên weke Rûsiya jî şermezar kir.



