Meclisa Nuneran a Lîbya û Komisyona Hilbijartinan a Bilind civiyan

Di demeke ku hilbijartinên li Lîbyayê nêzîk dibin de, Meclisa Nuneran a Lîbya û Komisyona Hilbijartinan a Bilind li Romayê civiyan.

Ji bo diyarkirina çarçoveya qanûna hilbijartinên serokatî û parlamentoyê ya ku wê 24’ê Kanûnê were lidarxistin, Meclisa Nuneran a Lîbya û Komisyona Bilind a hilbijartinên Netewî li paytexta Îtalya Roma civiyan.

Wezareta Karên Derve ya Îtalya li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Wezaretê diyar kir ku ev civîn li ser hewildanên Mîsyona Piştevaniya Lîbya ya NY pêk hatiye.

Îtalya careke din teqezî li ser xebatên bi piştevaniya NY yên ji bo beşdarbûna hemû aliyên Lîbî kir.

Îtalya careke din îşaret bi aramiya li welat kir û got;

Daxwaza herî rawa ya xelkê Lîbya azadî, edalete.

Ev yek ji bi hilbijartinê pêkan dibe.

Di civîna herî dawî ya despêka Tîrmehê hate lidarxistin de, endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya li ser mijara qanûna hilbijartinê lihev nekiribûn.

Back to top button