Dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir

Îro dewreya duyemîn ji ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir. Nêzî 2 hezar xwendekar tev li ezmûnan bûne.

Di 27`ê Hezîranê de ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an (dewreya yekemîn) bi dawî bûn.

Rêjeya xwedenkarên serkeftî ji sedî 63 bû.

Desteya Perwerde ya herêma Cizîrê ji bo alîkariya xwendekaran bike, dewreyeke din a temamker(Tekmîlî) ragihand.

Ji bo refa 12`an beşê wêjeyî ezmûn ji îro 28`ê Tîrmehê û heta 4`ê Tebaxê dewam dikin, ji bo beşê zanistî jî ji îro heta 5`ê Tebaxê wê dewam dikin.

Cara yekemîn e li herêma Cizîrê ev sîstema ezmûnan pêk tê.

Back to top button