HPG: Artêşa Tirk a dagirker 133 caran êrîş kir

HPG’ê têkîldarî êrişên Artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek parvekir û got:
Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi çekên giran 6 caran jî bi balafirên şer hatiye bombe kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û wiha got:

“Di 27’ê Gulanê de li rojhilatê Zapê dagirkeran êriş birin ser hêzên me û li wir gerîlayan ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

Di 28 û 29’ê Gulanê de jî li rojavayê Zapê dagirkeran êriş kirin û li wir hêzên me bersiv dan.

Heman rojê li herêma Metînayê jî dagirkeran êriş birin ser hêzên me.

Di çarçoveya xweparastinê de bersivan êrişên dagirkeran hate dayîn.”

HPG’ê ragihand ku di 27, 28 û 29’ê Gulanê de dagirkeran 6 caran bi balafirên şer û 127 caran jî bi çekên giran qadên berxwedanê bombekirin.

Her wiha HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker hewil dide çeperên berxwedanê yên Girê FM’ê û yên li Çemçoyê bi kepçeyan hilweşîne.

HPG: Dagirkeran 41 caran êriş kirin, 4 dagirker hatin cezakirin

Back to top button