Li bajarê Lîmasol a Qibrisê êrişên li dijî Mexmûrê hate şeremezarkirin

Gelek bajarên li Ewropayê Kurdistanî û dostên xwe daketina qadan û danzanîn ku dorpêça ku li naha li ser şêniyên Wargeha Mexmûrê tê meşandin plana dewleta Tirk a dagirker e.
Kurdistaniyan diyar kirin ku Mexmûr ne bi tenê ye û bang li NY, Hikûmeta Iraqê kir ku nebe hevkarê sûcên Tirkiyê.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lîmasol a Kibrisê jî plana dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê ku bi destê hikûmeta Iraqê dixwazin li Wargeha Mexmûrê pêkbîne şermezar kir.

“Divê NY neyên lîstika dewleta Tirk a dagirker”

Piştevaniya ji bo şêniyên wargeha mexmûrê li Berlînê jî bi çalakiyekê li ber Balyozxaneya Iraqê hate nîşandan

Çalakgeran bang li NY kirin ku li dijî êrişa li ser wargeha Mexmûrê bi erka xwe rabe.

Dorpêça li ser Mexmûrê li Toûloûseyê hate şermezarkirin

Hewldana dorpêçkirin wargeha Mexmûrê li Toûloûseyê jî bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Fransiyên dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran bang li hikumeta Iraqê kirin ku tavilê dawî li dorpêçkirinê bîne, penaberan biparêze û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Berxwedana xelkê Mexmurê bênavber dewam dike

Back to top button