Êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Heremên Parastina Medyayê dewam dikin
HPG’ê ragihand ku qadên wan 152 caran bi çekên giran, 13 caran bi balafirên şer hatine bombebaran kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.
HPG’ê diyar kir êrîşên artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin û ev agahî parve kir:
Li herêma rojavayê Zapê;
Di navbera 1 û 2 Hezîranê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê êrîş birin ser hêzên gerîlayan.
Di bersivdayinîna gerîlayan de dagirkerek hate kuştin û pêşî li tevgera dagirkeran hate girtin.
Li herêma Metînayê jî ji 31 Gulanê heta 2’ê Hezîranê arteşa dagirker êrişî qadên berxwedanê kirin.
Arteşa Tirk a dagirker ku rastî berxwedanê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hat, 152 caran bi çekên giran, 13 caran bi balafirên şer û 2 caran bi teqemeniyan herêm bomberan kir.
Her wiha HPG’ê da zanîn dagirkeran 2’ê Hezîranê li Qada Girê FM’ê jî hewl da bi kepçeyan çeperan wan ên berxwedanê hilweşîne.
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn eşkere kir