PE daxwaza zêdekirina tevgera Gurên Boz ya Tirkiyê li lîsteya terorê kir

Parlamentoya Ewropayê xwe ji bo dengdana li ser rapora herî rexnegir ya li dijî Tirkiyê amade dike.
Parlementoya Ewropa dixwaze tevgera Gurên Boz li lîsteya rêxistinên teror ya Ewropa were zêdekirin.

Cara yekeme PE pêşniyara tevgera “Gurên Boz” ya nîjadperestên Tirk li ser “Lîsteya rêxistinên Terorîst yên YE” zêde bibe, dike.

Rapor ji aliyê parlamenterê Spanya Nacho Sanchez Amor ve hate amadekirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku ev koma “nîjadperest û tundraw” ne tenê li Tirkiyê li nava welatên YE jî xeteriyê ava dike.

Ev tevgera tundraw nêzî partiya nîjadperest ya MHP’ê ya Tiriyê ye.

Di raporê de hate gotin, ” ev tevger bi taybetî li dijî Kurd, Ermen, Yûnan û mixalîfan gefeke.

Ji bo li dijî bandorên wê were rawestandin jî bang hate kirin.

Li nava welatên YE, welatê despêkê li ser vê mijarê gav avêtî Fransa bû.

Hikumeta Fransa di 4 Mijdara 2020’an de, bi derxistina biryarnameyekê ragihand ku Tevgera Gurên Boz li welat hatiye qedexekirin.

Back to top button