HPG’ê: 19 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG û YJA Starê li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Haftenînê bi ser çeperên hêzên artêşa Tirk de girtin. Li gorî çavkaniyên HPG’ê, di çalakiyan de 19 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. HPG’ê diyar kir Artêşa Tirk li hemberî derbên gerîlla bê çare maye, di rojekê de 23 caran çekên kîmyewî bikar anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk, daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku di roja 40’î ya êrişên dagirkeriyê de artêşa Tirk li hemberî hêza berxwedana gerîlla, careke din pîvanên şer ên navneteweyî binpêkirin û got;

Artêşa Tirk li hemberî derbên gerîlla bê çare maye, di rojekê de 23 caran çekên kîmyewî bikar anî.

Her wiha 31 caran jî qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafiran ve hatin bombebarankirin.

Derbarê encama çalakiyên gerîlla jî Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:

. Li herêma Avaşînê

23’ê Gulanê hêzên artêşa Tirk ên li dora Girê Werxelê bûn armanca çalakiya sekvaniyê ya gerîlla.

Di encamê de leşkerek hate kuştin.

Heman rojê hêzên dagirker dema xwestin pergala kamereyên şopandinê li herêmê bicih bikin, bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de leşkerên Tirk reviyan û kamere li pey xwe hiştin.

. Li herêma Zapê

22’ê Gulanê li Qada Kurojaro, artêşa Tirk çeperên Şehîd Tolhildan bi teqemeniyên kîmyewî bombebaran kirin.

Paşê xwest pêş de werin.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla de, hêzên Tirk neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li Qada Cîloyê Biçûk jî di encama çalakiya sabotajê de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan bûn armanca çalakiya gerîlla.

Li vir jî bi giştî 4 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Her wiha çeperek, 2 pergalên kamerayên şopandinê û teleskopeke leşkerî hatin rûxandin.

Dîsa 23’ê Gulanê artêşa Tirk li derdora çeperên şer ên Şikefta Birîndaran xwest bikeve nava liv û tevgerê.

Gerîlla bi bandor li wan dan û di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

. Li herêma Heftanînê

19’ê Gulanê li qada Xantûrê dagirkerên li derdora Girê Xaç di tevgerê de bûn, bûn hedefa gerîlla.

Di çalakiya bi bandor de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

. Li herêma Metîna

23’ê Gulanê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk li qada Şehîd Agir ket bin kontrola gerîlla.

Paşê li dijî wan çalakî pêk hat û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Back to top button