Beriya çend rojan, 102 Parlamenterên Fransî ên ji partiyên cuda, li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê danezanek amade kirin. Parlementeran banga girtina qada ezmanî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dagirkeriya Tirk kirin. Meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê bi daxuyaniyên cuda spasiya parlamenterên Fransî kirin û bang li hemû parlameterên cîhanê kir destekê bidin banga wan.
Di 30’ê Tîrmeha borî de, 102 Parlamenterên Fransî platformek ava kirin û banga girtina qada ezmanî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên Tikriyê kirin.
Meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê bi daxuyaniyên cuda spasiya inisyatifa parlamenterên Fransî kir.
Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de îşaret bi gef û êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmê kir û wiha got:
“Cîhan êdî xeteriya rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên êrîşên li ser van herêman fêm dike.
Vê yekê hişt ku endamên Parlamentoya Fransayê li kêleka sivîlên li herêmên Rêveberiya Xweser bisekinin û her êrîşeke hovane li ser van deveran red bikin. ”
Meclisê spasiya endamên Parlamentoya Fransayê kir û bang li hemû parlamenterên cîhanê, saziyên navneteweyî kir ku ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker li cen gelê herêmê bisekinin.
Her wiha bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku ji bo girtina qada ezmanî ya herêmê bixebitin.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropa: Divê piştgiriya banga parlementrên Fransî bê kirin
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê jî di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û hedefgirtina sivîl û fermandarên li dijî DAIŞ’ê şer kir û wiha got:
“Li hember van gef û sûcên hovane ku rejîma Erdogan li dijî welatiyan li pêş çavên cîhanê pêk tîne, hin deng û helwestên bi rûmet ên dijberî siyaseta şer û qirkirinê bilind dibin.
Ji van dengan nameya ku 100 parlamenter û senatorên Fransî îmze kiriye û tê de bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dike ku qedexeya firîna balafiran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihîne.”
Nûnertiya Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li dewletên rojavayî kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin.
Her wiha em bang li civata navneteweyî û tevahî parlamenterên Ewropî kir ku destekê bidin însiyatîfa parlamenterên Fransî.