Baregeha Artêşa Tirk a dagirker a Beşîka ya li Zîlkan a li Başûrê Kurdistanê bû hedefa mûşekan.
Êriş doh derdora saet 9’ê êvarê pêk hat.
Berpirsê Rangihan û Peywendiyên Malbenda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mûsilê Xeyas Surçî têkilarî êrişê ev agahî da.
Baregeha Tirkan bi 2 mûşenak hatiye armanckirin.
Tê gotin dengê mûşekan ji yên carên din cudatir bû.”
Li başûrê Kurdisatanê bi dehan baregeh û nûqteyên Artêşa dewleta Tirk a dagirker hene.
Baregeha Başîka çendîn car rastî êrişa hat û heta niha ti aliyeke van êrişa negirt li ser xwe.