Riham Hico: Jinên Êzidî tevgera xwe ava kirin û rêxistina xwe xurt kirin

Endama koordînasyona TAJÊ Riham Hico bi wesîleya salvegera êrişa li ser Şengalê behsa xebatên meclisa jinan, tevgera jinên Êzidî û pêşketinên di warê dîplomasiyê ên piştî fermanê de kir. Riham dibêje:” Jinên Êzidî tevgera xwe ava kirin û rêxistiniya xwe xurt kirin”.

Endama koordînasyona TAJÊ Riham Hico li ser salvegera êrişên bi armanca qirkirinê di sala 2014’an de li ser gelê Êzidî çêbûn, tiştên ku hatin serê jinan bi belge vegot.

Riham da zanîn ku di pêvajoyên rizgarkirinê de li Şengalê hêzên parastinê YBŞ-YJŞ’ê, meclîsa hatin avakirin hebûn.

Endama TAJÊ’ê diyar kir ku sala 2016’an Tevgera Azadiya Jinen Êzidi TAJÊ hat avakirin.

Riham Hico: Pêdiviya jinên Êzidî zêdetir bi perwerdeyê heye

Riham Hico kar û xebatên tevgera jinên Êzidî anî ziman û got:

*Piştî fermanê dewreyên yekemîn ên perwerdeyê û yên bikarana çekan hatin vekirin.

*Di bin banê meclisan de her sal dewreyên perwerdeya hatin dayîn.

*Di sala 2016’an de akademiya Şehîd Binevş Egal hat vekirin.

*Heta niha 64 dewreyên perwerdeyê di akademiyan de hatine dîtin.

Riham Hico: Jinên Êzidî bi dîplomasiya xwe têkoşînê mezintir dikin

Di dawiyê de Endama koordînasyona TAJÊ Riham Hico dibêje:

Tevgera jinan, ji bo tiştên hatin serê jinên Êzidî bi herêmê û cîhanê bide zanîn, girîngî da xebatên dîplomasiyê.

Gelek projeyên aborî dane pêşiya jinan.

Ji bo jinan komûnên aborî, atolye û her wiha ji bo civakîbûna wan, avakirina qadên xweser hene.

Back to top button