HPG: Bi pêşengıya gerîllayên jin çalakiyên bi bandor pêk hatin

Li Zap, Avaşîn û Xakûrkê, bi pêşengiya gerîllayên YJA-Star’ê çalakiyên bi bandor li dijî artêşa Tirk pêk hatin. Li gorî agahiyên ragihandina HPG’ê parve kirî, di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên li dijî hêzên artêşa Tirk eşkere kir.

Navendê ragihand ku li herêmên Zap, Avaşîn û Xakûrkê, bi pêşengiya gerîllayên jin çalakiyên bi bandor hatine lidarxistin û ev agahî dan:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

3’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me li çeperên artêşa dagirker dan.

Di encamê de leşkerek hate kuştin.

LI HERÊMA ZAPÊ

3’ê Gulanê, hêzên dagirker ên li dedora çeperên şer ên Qada Şehîd Berxwedan bûn armanca çalakiya gerîlla.

Li vir jî leşkerek hate kuştin.

Heman rojê li devera Girên Şehîd Harûn û Şehîd Amargî ên Qada Kurêjahro, gerîllayan çalakiya sekvaniyê pêk anîn.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran jî gerîlla li derdora devera Kevirêkun bi ser çeperên dagirkeran de girtin.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Li Qada Berxwedanê ya Çiyareş jî hêzên dagirker li derdora Girê Rûbar ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin.

Paşê li dijî wan çalakiyeke bi bandor hate lidarxistin.

Di encamê de çepera wan hat rûxandin û 4 dagirker hatin kuştin.

Dema helîkopterên şer xwestin deverê bombebaran bikin, ji ber bersivdayîna gerîlla neçar man ji qadê dûr bikevin.

LI HERÊMA XAKÛRKÊ

3’ê Gulanê li dijî sê çeperên dagirkeran ên li Girê Şehîd Axîn, gerîllayên YJA Starê ji sê baskan ve li wan dan.

Di vê çalakiya serketî de 4 dagirker hatin kuştin û 2 çeperên wan hatin rûxandin.

Artêşa Tirk ku li hemberî îradeya ji pola ya gerîlayên Apocî bêencam maye, 19 caran bi balafiran qadên berxwedanê bombebaran kir.

Navenda Ragihandina ya HPG’ê diyar kir ku roja 3’ê Gulanê artêşa Tirk bi balafir û helîkopterên şer gelek qadên Zap, Avaşîn û Xakûrkê bombebaran kirin.

Back to top button