LI BABÊ TEQÎNEK PÊK HAT , EREBEYA ÇETEYÊN FIRQET EL-HEMZAT HAT ARMANCKIRIN

Li bajarê Babê mayinek bi erebeyekê ve ku çeteyên koma Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker tê de bûn, teqiya.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku mayinek bi erebeya ji cureya “Van” a ku hejmareke çeteyên koma bi navê Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Babê yê dagirkirî tê de bûn, teqiya.

Çavkaniyan destnîşan kir ku mayîn li keviya rêya li nêzî Dibistana Hemze Bin Abdulmutelib beriya derbasbûna erebeya çeteyan hatibû çandin.

Çavkanî ji bilî ziyanên ku bi erebeyê de pêk hatine, tenê agahiyên birîndarbûna 2 çeteyan ragihandin.

Heta niha tu aliyan teqîn hilnegirtiye ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button