NASIR YAGIZ: EZ Ê JI NIHA Û PÊVE KAR JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ BIKIM

Endamê nûnertiya HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê Nasir Yagiz yê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan 187 rojan di greva birçîbûnê de ma diyar kir ku wê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe dewam bike.

Nasir Yagir têkildarî rewşa xwe ya tendûrtiyê diyar kir ku niha rewşa wî baştir e û got:

“Min rewşa metirsîdar derbas kir.

Lê pirsgirêka min a tendirustiyê dewam dike.

Dema ku dixwazim avê vexwim yan xwarinek sivik bixwim mîdeya min diêşe.”

Yagiz diyar kir ku wê di dema pêş de li Başûrê Kurdistanê karê rêxistinî bike û wiha domand:

“Di dema pêş de li Başûrê Kurdistanê ez ê di nava xebatên rêxistinî de kar bikim.

Ez ê hewl bidim ku di nava gelê Başûrê Kurdistanê de rêxistinek baş çêbikim.

Ez ê xebat û têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê bidomînin.

Kar ji bo yekîtiya neteweyî ya her çar beşên Kurdistanê bikim.”

Leave a Reply

Back to top button