Li kampa Newroz a li bajarê Dêrikê a girêdayî kantona Qamişlo, şewatek derket û 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li kampa Newroz a li bajarê Dêrik a ku koçberên ji Serêkaniyê û Zirganê lê bi cih bûne, di saetên êvarî de şewatek derket.
Hat zanîn ku şewat ji ber teqîna sobeya gazê rû da.
Di encamê de 4 zarok jiyana xwe ji dest da, navên wan jî wiha ye:
Teysîr Mihemed Îlêwî El-Sacir ê 6 salî.
Diyana El-Sacir ê 8 salî.
Beraa El-Sacir ê 2 salî.
Esed El-Saric ê 8 salî.
Her wiha 3 zarokên din jî birîndar bûn, Heyva Sor a Kurd yekser wan rakirina nexweşxaneya Şehîd Hogir a li bajarê Dêrikê.