Xelkê Mexmûrê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Welatiyên Mexmûrê di saetên şevê de li kuçe û kolana find pêxistin û salvegera 71’. a rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Di pîrozbahiyan de find hatin pêxistin û dîsa posterên Ocalan hatin hildan. Li kolanên Mexmûrê bi wesayîta agahdarkirinê dengê stranên rojbûna Ocalan tê pîrozkirin olan dide.

Her wiha li çiyayê Qereçox jî sînevîzyona ku stran û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hene tê nîşandan.

Di pîrozbahiyê de dayika bi navê Ezîze Sêrt got: Di serî de vê rojê li Serok Apo, malbat û hemû gelê welatparêz pîroz dikim.

Jin a bi navê Asya Gabar jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Asya Gabar diyar kir ku ev roj pir girîng e û xwedî wate ye lê ji belavbûna vîrûsa Coronayê ew nikarî bûn bi coş pîroz bike.

Back to top button