SOHR: Li Efrinê 3 çekdar û 4 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Li gundewarên Efrîna dagirkirî, baregeheke artêşa Tirk û çeteyên wê bûn armanca êrişê.
Nûçe ji aliyê Çavdêriya Mafê Mirovan ve hate belavkirin.
Li gorî vê, Di êrişê de 4 leşkerên artêşa Tirk û 3 çete birîndar bûn.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku hêzên artêşa Tirk li gundewarên Efrînê bûn armanca êrişê.

Li gorî çavdêriyê,

Êriş li dijî baregeha Tirk a li gundê Enabê yê girêdayî navçeya Şerayê pêk hatiye.

Di encamê de 4 leşkerên Tirk û 3 çete birîndar bûne.

Çavdêriyê îdîa kir ku êrişa bi topan ji aliyê artêşa hukûmeta Şamê û hêzên Kurdî yên li herêmê pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, li derdora gundê Merenazê jî di navbera hêzên hukûmeta Şamê û çeteyên artêşa Tirk de şer rû da ye.

Back to top button