Tebqa-Li Mensûrayê nîvê projeya dikanan bi dawî bû

Şaredariya Gel a Mensûrayê ya girêdayî Tebqayê projeya avakirina 92 dikanên bazirganiyê didomîne û heta niha ji sedî 50’yê projeyê hatiye pêkanîn.

Şaredariya Gel a Mensûrayê ya girêdayî Tebqayê di destpêka Mijdarê de projeya avakirina sûka nû ya bi 92 dikanên bazirganiyê, dabû destpêkirin.

Heta niha ji sedî 50’yê projeyê hatiye avakirin.

Di derbarê projeyê de çavdêra li ser projeyê Nadiya El Esaf axivî.

Nadiya El Esaf diyar kir ku piştî gelek lêkolînan ev proje hat destpêkirin û wiha got:

“Proje ji 4 blokên dikanan pêk tê.

Dirêjahiya her dikanekê 7,3 metre û firehiya wan jî 3,3 metre ye

Armanc ji vê projeyê barê li ser şêniyên herêmê were sivikkirin û derfetên kar ji xwediyên qûtê wan kêm re were peydakirin.”

Back to top button