25’ê Adarê gerîlayan li Girê Şehîd Şêxmûs yê Heftenînê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyek kirin û 4 leşkerên dagirkeriyê hatibûn kuştin. Gerîla Tv jî îro dîmenê vê çalakiyê li ser malpera xwe weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kiribû:
25’ê Adarê gerîlayan li ser Girê Şehîd Şêxmûs ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên Tirk çalakiyek lidar xistin.
Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterê ji herêmê rakir.