Serokê Yekîtiya Nivîskarên Jenosîdê Salar Mehmud di Konferansa Kurd a Navnetewî de diyar kir ku Yekitîya Ewrupayê li dijî sûcên dewleta Tirk ti helwestek nîşan nedaye.
Salar Mehmud di Konferansa Kurd a Navnetewî de mijarek pêşkêşkir û got; “Peyman Lozanê li Rojhilata Navîn bû sedema wêranî û qirkirinê, li gorî yasaya navnetewî rastkirina van xeletiyan hîn jî di berpirsyartiya civaka navnetewî de ye.”
Salar di helwesta Yektîya Ewrupa ya di dema enfal û kîmyabarana Helebceyê de jî got:
“Kompanyayên Belçîkî, Fransa û Almanyayê jî di wê karesatê de kîmya firotin Iraqê.
Ew çeka kîmyawî li dijî xelkê Kurdistan hate bikaranîn û di kîmyabarana Helebceyê de hate bikaranîn. Ev çek hemû hatine belgekirin û ragihandin.”