TAJÊ, alîkarî li ser malbatên xizan belav kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ ya Ewropayê bi boneya Cejna Çarşema Sor alîkarî li ser malbatên xizan ên li Xanesore, Ser-deştê,digurê û Sinûnê belav kir.

 

Endame Meclisa TAJÊ Xoxê Cindî Cejna serê Nîsanê li her kesî pîroz kir û derbarê belavkirina alîkroyê de axivî.

Xoxê Cindî diyar kir ku jinên Êzdî yên li Ewropa bi armanca destekê bidin malbatên xizan ev alîkarî şandine.

Xoxê da zanîn ku alîkarî bi riya Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ hat belav kirin.

Nurê Xwedêda jî Cejna Çarşemê pîroz kir, hêvî kir ku wê rewşa cîhanê baş bibe û got:

Em kêfxweş in ku di vê dema zehmet de alîkarî girtine.

Her wiha Nûrê Hisên jî spasiya kesên xêrxwaz kir.

Endama TAJÊ Leylê Hebabî got:

Em hêvî dikin ku rojên xweş li hêviya me bin.

Bila xwedê xêra kesên ev alîkarî kiriye qebûl bike.

Back to top button