Kongra Star û Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê bi boneya Çarşema Serê Nîsanê daxuyanî dan û cejin li gelê Êzdî û tevahiya pêkhateyên Mezopotamyayê pîroz kirin. Aliyan bang li civaka Êzdî kirin ku li welat û derveyî wê, yekîtî û tifaqa xwe ava bikin.
Kongera Star jî cejna Çarşema Sor li Gelê Kurd û Êzîdiyan pîroz kir û diyar kir ku di vê rojê de jiyan vejîn dibe, xweza bi rengê nû xwe dixemilîne.
Ev cejn ji bo me giyanê aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêma Mezopotamya nîşan dide.
Kongera Star hêvî kir ku hêzên aştiyê yên cîhanî û gelên Rojhilata Navîn li gorî rêgezên jiyana hevpar, biratiya gelan û yekitiya çarenûsa hev bigirin.
Rêveberiya Xweser: Ev roj, roja vejînê ye
Her wiha Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê jî Cejna Çarşema Sor li civaka êzidî û cîhana azad pîroz kir û got:
“Ev roj, roja vejîn, destpêka jiyanê û afirandina erdê û tevahiya zindiyan e.”