Vîrûsa Corona..Hikumeta Iraqê, 3 milyar û 500 milyon dînar ji Başûr re şandin”

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê, 2 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin. 

Li gorî wezareta tenduristiyê, heya niha, 337 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 4 kes mirine û 227 kes jî baş bûne.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzencî, ragihand ku “îro hikumeta Iraqê 3 milyar û 500 milyon dînar şandin herêmê.

Vîrûsa Corona..Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, nêzî 5 hezar kes bi vîrûsê mirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, heya niha nêzî 80 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 5 hezaran jî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha îro Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê, Se’îd Nemkî, eşkere kir ku wê di demeke nêz de asta belavbûna vîrûsa Corona li tevahiya parêzgehan kontrol bikin.

Back to top button