Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî li Tirkiyê re zextên hikumeta faşîst a AKP’ê zêde bûne.
Walîtiya Amedê li 8 gund û mezrayên girêdayî Navçeya Pîranê qedexeya derketina derve îlan kir.
Walîtiya Amedê li 8 gund û mezrayên girêdayî Navçeya Pîran a Amedê ji saet 06.00’an ve qedexeya derketina derve îlan kir.
Hat ragihandin ku beriya qedexe were îlankirin li herêmê operasyona eskerî hat destpêkirin.
LI TATOSÊ DI 2 ROJAN DE 15 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li aliyê din girtin û binçavkirina sivîlan jî zêde bûye.
Li Navçeya Tatosê ya Erziromê di nava 2 rojan de 15 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin li 4 qereqolên cuda yên Erziromê hatin girtin.