Dilbirîn Kobanê: Plana êrişa Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye amadekirin

Têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ’ê Fermandara YPJ`ê Dilbirîn Kobanê dibêje:
“Plansaziya êrişa DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye amadekirin” Her wiha anî ziman “Ger plana DAIŞ’ê pêk bihata, wê her kesî para xwe ji komkujiyê bigirta. Lê rihê fedaî yên Arîn û Awazan ev êriş vala derxistin.” Dilbirîn Kobanê tekez kir divê ji bo darizandina çeteyan dadgeheke navneteweyî were avakirin. 

Têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê û taybet rola YPJ’ê di têkbirina wê de, yek ji fermandarên YPJ’ê ya herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanê, ji ajansa Hawar re axivî.

Fermandara YPJ’ê diyar kir ku plansaziya vê êrişa çeteyan li Rihayê ya Bakûrê Kurdisan hatiye amadekirin, çete ji Serêkaniyê û Girê Spî hatine.

Ferandar Dilbirîn Kobanê da zanîn ku çeteyan di vê êrişê de nexşeyek danîne û li gor vê nexşê ji Holê, Hesekê heya xeta Serêkaniyê bigirin.

Dilbirîn Kobanê: Cilên leşkerên hikumeta Şamê li taxên Hesekê hatin dîtin

Fermandara YPJ’ê balkişand li ser hevkariya hikûmeta Şamê ya di êrişa Hesekê de û got: “Hikumeta Şamê bi daxuyaniya xwe ya reşkirina QSD’ê êrişa DAIŞ’ê rewa kir. Di operasyonê de cilên leşkerên hikumeta Şamê li taxa Neşwa hatin dîtin. Ev ispateke hevkariya wan a bi çeteyan re ye.”

Dilbirîn Kobanê: Xeta şehîd Awaz wê her tim berdewam bike

Têkildarî sekna YPJ’ê di çeperên pêş de, Dilbirîn Kobanê ev anî ziman: “YPJ xwedî dîrok e. Çawa Arîn, Avesta û Barîn li dijî êrişan sekinîn, îro li bajarê Hesekê jî ew xet berdewam bû. Hevrê Awaz Urmiyê şerekî fedaî kir û gihîşt asta şehadetê û xeta wê, her tim wê berdewam bike.

Dilbirîn Kobanê: DAIŞ ji bo her kesî metirsî ye û divê werin dadgeh kirin

Dilbirîn Kobanê diyar kir ku wan dîsa cîhan ji xetereyeke mezin xilas kir û careke din cîhan bû deyndarê wan û got: Her kes berpirsyarê van çeteyên girtî ye. Divê êdî her kes bi erka xwe rabe û ji bo darizandina çeteyan dadgeheke navneteweyî were avakirin.”

 

Back to top button