Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Kirmanşahê birine girtîgeha Yezdê û êşkence lê kirin e

Hat hînbûn ku girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin, niha birine girtîgeheke bajarê Yezdê. Zeyneb Bayazidi da zanîn ku pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê yên Zeyneb Celaliyan hene û îşkence lê hatiye kirin.

Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ji 2007’an heta niha li Îranê di girtîgehê de tê girtin.

Zeyneb di pêvajoya girtina xwe ya 13 salan de tim êşkence lê hat kirin.

Li hucreya yekkesî de hat girtin. Vê yekê jî bandoreke neyînî li ser tendurustiya wê kir.

Zeyneb di 27’ê Hezîranê de jî sirgunî Girtîgeha Kirmanê, ji wir jî birin Kirmanşahê.

Herî dawî jî bi awayekî kelepçekirî li erdê kaş kirine û birine girtîgeheke li Bajarê Yezdê.”

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, dabû zanîn ku ji zû ve ye tu agahî derbarê Zeynebê de nehatibû dayin.

Aktivîsta Kurd Zeynab Bayazidi, têkildarî rewşa Zeyneb Celaliyan agahî da.

Zeyneb da zanîn ku aktivîstên ji Rojhilatê Kurdistanê, di 11’ê Hezîrana 2020’î de li Ewropayê hatine gel hevdu û li ser medyaya civakî Kampanyaya (Ji bo Zeyneb Celaliyan azadî) dane destpêkirin wiha got:

“Me îmzeyên hatin komkurin ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şand. Lê me hîn tu bersiv negirtine.

Zeynebê têkildarî pêvajoya Vîrusa Koronayê ya girtîgehan de wiha got;

“Li girtîgehên Îranê di demên dawiyê de Vîrusa Koronayê gelekî zêde bû. Girtîgeha Qeçekê û tevahî girtîgeh ji bo girtiyên siyasî cihekî pir xirab e.

Zeyneb Beyazid: Bi awayekî sîstematîk dihêlin girtî jiyana xwe ji dest bidin

Zeynebê bi lêv kir ku di girtîgehên Îranê de bi awayekî cuda nêzî jinan dibin. Bi tu awayî tedawiya girtiyan nayê kirin û ev tişt anî ziman;

“Dema jin bin û bi taybet jinên serhildêr bin bêtir tundiyê li wan dikin. Dixwazin girtî bi rêya nexweşiyê jiyana xwe ji dest bidin. Dibêjin ‘me ew nekuştin ew bi nexweşiyê mirin’ û xwe bi vî hawî diparêzin. Vê yekê jî bi awayekî sîstematîk dikin.”

Back to top button