HPG: Li Heftenîn û Çelê 14 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Heftenînê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk ya dagirker efsaneyên qehremanîyê dinivîsin.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîlayan de 13 leşker hatine kuştin, 2 kon û mobeseyek hat îmha kirin. HPG’ê diyar kir ku li Çelê ya Colemêrgê jî leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê careke din li Heftenînê derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand û diyar kir hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Tîrmehê de hin çalakî li dar xistine û ev agahî parve kir:

Hêzên me li Qada Şehîd Şîlan a Tepê Qertel li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di van çalakiyan de 2 kon û mobeseyek hat îmha kirin û 11 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê li Girê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê çalakiyeke sûîqestê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me li qada Tepê Dûpişk li leşkerên dijmin daye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.”

HPG’ê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên wan Zelal, Reşad, Argeş û Zinar hatiye lidarxistin.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî leşkerên li qada Şîfreza ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

HPG’ê diyar kir di 12’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Aşkîta ya Elbaka Wanê operasyoneke dagirkerî a mezin da destpêkirin û da anîn hêzên dagirker di 20’ê Tîrmehê de bêyî ku encamê bigirin ji qadê vekişiyan.”

Back to top button