Artêşa Tirk a qirker careke din gundên Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne. Artêşa qirker doh careke din gûndewarê Şehbayê topbaran kir.

Artêşa qirker duh êvarê gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê bi awayekî ketûber topbaran kirin.

Hate ragihandin bi dehan top li her du gundan ketine.

Dîsa doh şev liv û tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê hebû.

Hêzên hikûmeta Şamê nûqteyên çeteyên Tirkiyê yên li Ezazê topbaran kir

Li aliyeke din Hêzên Hikûmeta Şamê jî ji gundê Kefer Kefen ê bakurê Helebê, nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Kefer Xaşi yê bajarokê Ezazê bi moşekan topbaran kir.

Back to top button