Mihemed Neso: Ji bo guhertina demografîk her cûre sûc li herêmê tên kirin

Sûcên li dijî mirovan, li Efrîna dagirkirî her hene û ji ber bêdengiya li hember van sûcan roj bi roj zêdetir dibin.. Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso bêdengiya navneteweyî der barê van sûcan de şermezar kir.

Mihemed Neso diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi armanca koçkirina şêniyan û guhertina demografîk her cûre sûcan li herêmê pêk tîne.

Mihemed Neso got:

“Dewleta Tirk siyaseta çewsandinê li ser şêniyan dimeşîne, bi dehan avahiyên mêtingehiyê ava dike û malbatên çeteyan lê bi cih dike, rojane şêniyan direvîne, zimanê tirkî wekî zimanekî fermî derbasî dibistanan kiriye.”

Neso da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk dema mûsimê berhevkirina zeytûnan jî berhemên şêniyan desteser dike..

Dawiyê Mihemed Neso bêdengiya civaka navnetewyî li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir û ew berpirsa sûcên li Efrînê, dît.

Back to top button