Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Dêrazorê civînek li dar xist û rewşa li herêmê hat niqaş kirin.
Civîn li hola Meclisa Sivîl a li herêma Sebia Kîlo bi beşdarbûna bi dehan şênî, nûnerên MSD, Partiya Sûriya Pêşerojê û nûnerên meclisên sivîl hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa siyasî, aborî û xizmetguzariyê ya Dêrazorê hate nîqaşkirin.
Endamê MSD’ê Enes El-Merfû di civînê de bal kişand ser şerê li Ukraynayê û got:
“Şerê li Ukraynayê bandorê li Sûriyê dike.”
Beşdaran daxwaza pêşxistina qadên perwerde, çandinî û tenduristiyê, rewşa debarê û xizmetguzariyê kirin.
Her wiha xwestin derbarê mijarên ku di civînê de hatin niqaşkirin komîteyek ji hemû beşên Dêrazorê were avakirin.