LI MINBICÊ 2 TEQÎN DI ENCAMÊ DE ZERARÊN MADÎ ÇÊBÛN

Li bajarê Minbicê bombeyeke dengî û mayînek teqiyan.
Di encama de tenê zerarên madî çêbûn.

Li bajarê Minbicê li nêzî miraba Şaredariya Gel a Minbicê bombeyeke dengî teqiya.

Di heman demê de li kolana 30 a rojavayî bajarê mayînek ku li kolanê hatibû bicihkirin dema ku erebeyeke sivîl derbas dibû, teqiya.

Di encama herdû teqînan de tenê zerarên madî di erebeya ji cûreya KIA de çêbû û tiştek bi kesî nehat.

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de, êdî xeteriya şaneyên razayî derdikeve.

beriya niha bi çeend rojan li bendek kontrolê yê bajarê êrîşek bombeyî pêk hat û di encamê de 7 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button