ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER 35 SIVÎLÊN EFRÎNÎ

Di van demên dawiyê de artşa tirk a dagirker û çeteyên wê girtina şêniyan zêde kirin.
Bi taybetî piştî talankirina mal û milkê şêniyan niha jî çete dixwazin bi rêya girtin û binçavkirinê ji malbatên wan pereyan bigrin.
Herî dawî çeteyan tenê di hefteyekê de 37 sivîl ku jin û kesên temenmezin jî di nav de hene revandin.

Kirinên hovane yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Şêniyên Efrînê li ber çavê cîhanê pêk tê.

Li gorî çavkaniyê ji Efrînê, di demên dawiyê de çeteyên dagirkeriya Tirkiyê revandina sivîlan zêde kiriye.

Li gorî agahiyan, 15 sivîl ji navenda navçeya Şêrayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin revandin.

Navê hin kesên ku hatine revandin jî wiha ne;

Mihemed, Miho, Zîn

Roşîn û kurê xwe, Riweyda

Zirîfe, Ednan Şêxo û kurê xwe

Murad, Yasir, Ebdo Ehmed Ebdo

7`ê Nîsanê çeteyan gelek sivîlên ji gundê Kefir Cene, Meskereh a navçeya Şera û gundê Qurteqleq û Qeretebe yên navçeya Şiya, revandin.

Çavkaniyekî din diyar kir ku hin sivîlên ji gundên navborî, piştî lêdan û êşkence kirinê ji aliyê çeteyan ve, hatin berdan.

Li aliyekî din jî çeteyan li Meydan Ekbes a navçeya Reco 3 jin 7 sivîlên temenmezin revandin.

Navên wan jî evin:

Emîne Hisên (63),

Emîne Dawûd Ekaş (50),

Emîne Omer, Seîd Qenber (54),

Şêxmûs Ekrem Henan û Selah Hec Mihemed (49).

Her wiha sivîlekî din ji gundê Banîraka hat revandin û navê wî nehat zanîn.

Çeteyên li gundê Edama ya navçeya Recoyê jî 14 sivîl revandin.

Navên wan wiha ne:

Ednan Elî Hecî, Elî Hecî, Xelîl Mehmûd Selîm,

Mistefa Reşîd, Ebdullah Neçet, Bekir Mistefa Reşîd,

Şikrî Mihemed Bîlal, Mistefa Mihemed Bîlal, Mihemed Selîml,

Yûsiv Hesen Ebdu, Hesen Osman, Ebdîn Mihemed Reşîd, Ehmed Ebdu.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan ji bo berdana sivîlên revandinî, 150 hezar lereyên Sûriyê xwestin.

 

Leave a Reply

Back to top button