Jinên Ereb banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Jinên ereb ên ji Reqa û Tebqa tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kirin.
Û diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê wê nikaribin me dûrî fikrê wî bixin.
Jinan her wiha banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.

Bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û bangên bidawîkirina wê dewam dikin.

Derbarê mijarê de jinên Ereb ên ji Tebqa û Reqayê axivîn û tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Suad Ebdo ku ji Tebqayê ye bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kir.

Suad Ebdo got: “Gelek dewlet bi navê aştiyê bang dikin, lê belê ew di rastiyê de ne wiha ne.

Eger ew rastî jî wiha bin bila tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin.”

Welatiya bi navê Ranya Bîtar a ji Tebqayê jî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

”Rêber Ocalan bi fikrê xwe di nav me de ye. Hun bi tecrîdê nikarin me dûrî wî bixin.

Em wek jin dê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya ya fîzîkî ya rêber Ocalan bidomînin.

Welatiya bi navê Necah El Hisên jî bang li CPT kir ku xwedî li erkên xwe derkeve.

Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Nisrîn El-Hesen jî axivî û got:

“Azadiya gelên azadîxwaz bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve girêdayî ye.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El-Îsa anî ziman ku bi saya fikrê rêber Apo ew ji fikrê tarî rizgar bûn.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Newroz Muslim jî ev tişt anî ziman:

“Ji 2 salan ve hevdîtina Rêber Ocalan bi parêzer, malbat û bijîşkên wî re qedexekirî ye.

Em bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî dikin ku raporeke zelal der barê rewşa tenduristiya wî de bide.”

Xewle El Îsa welatiyek ji Reqayê ye, diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo ew ê di nava çalakiyan de bin.

Welatiya ji Reqayê ya bi navê Ebîr El Nafê soza şopandina fikrê fikrê rêber Apo yê neteweya demokratîk da.

Back to top button