Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser wê akademî û malên parastinê ji bo jinan veke

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser di civînekê de gelek biryarên girîng girêdayî rewşa jinê li herêmê girtin e.

Berdevka Meclisa Jin a Minbic û gundewarê wê Ibtîsam Ebdulqadir derbarê biryarên hatine girtin de wiha got:

“Ji biryarên girîng, avakirina malên parastina jin, ji bo ku jinê ji her rewşek awarte biparêzin.

Bi koordîneya desteya perwerdeyê, desteyên jinan, şaredariyan û akademiyan wê akademiyek pîşeyî taybet bi jinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were vekirin. ”

Ibtîsam destnîşan kir ku biryara avakirina mala sêwiyan li Minbicê li gorî pergala malên sêwiyan ên li herêmê wê pêk were.

Li gorî Ibtîsam, desteyên jin wê desteka pêwîst ji malên sêwiyan re li herêmên din pêşkêş bike û ev biryarên hatine girtin dê demeke nêz de wê pêk bên.

Back to top button