SOHR: Li Etaribê jinek û zarokek bi topên artêşa Şamê hatin kuştin

Li bajarokê Etarib ê Helebê, di encama êrîşeke hêzên hikumeta Şamê de, sivîl bûn qurban û jinek û zarokek jiyana xwe ji dest da. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku çend topên hikumeta Şamê bi ser bajarokê Etarib ê li rojavayê Helebê de hatin barandin û di encamê de jinek û zarokek jiyana xwe ji dest da û jimarek sivîl birîndar bû.

Çavdêriya her wekî ragihand jî ku duh sibehê deverine Idlib û gundewarê Laziqiyê bi zêdeyî 130 top û mûşekî hatin armanckirin.

Back to top button