Şer û pevçpûn li Idlibê berdewam dike, vê sibehê jî hêzên hikumeta Şamê careke din cebel El-Zawiyê topbarin kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmetê îro careke din
deverên Fitêra, El-Bare û Filêfil ên Cebel El-Zawiye, her wiha eniyên gundewarê Laziqiye yê rojhilat, topbaran kirin.
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Duh di ancama teqîna mayînekê li Sehil El-Xab zarokek jiyana xwe ji dest da
Li aliyeke din jî duh Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku li nêzî gundê El-Ziyara li Sehil El-Xab mayîneke teqiya û di encama wê de zarokek jiyana xwe ji dest da û birayê wî jî birîndar bû.
Li gorî çavdêriyê heya niha hijmara kesên ku ji ber bombeyan û teqînan jiyana xwe ji dest dane gihaşt 317 kesî.
Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane 97 kes jî zarokin.