Li Qamişloyê çalakiyek bi navê ‘Qêrîna Çav’ hat lidarxistin

Li Qamişloyê çalakiyek bi navê ‘Qêrîna Çav’ hat lidarxistin. Di çalakiyê de 70 tabloyên hatin nîşandan ku êş û azarên zarokên sûriyeyî nîşan didin.

Hunermend Samir Kalo çalakiyeke bi navê ‘Qêrîna Çav’ li hola Nibula ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Zarokên ku bi nexweşiya kanserê ketine, nûnerên Rêveberiya Xweser, hunermend û rewşenbîr jî di nav de bi dehan kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de nêzî 70 tabloyên portrê yên zarokên sûriyeyî hatin pêşandan.

Tablo êş û azarên ku zarokên sûriyeyî ji ber şer, erdhejê û koçberiyê dîtine, vedibêjin.

Berpirsê çalakiyê hunermend Samir Kalo diyar kir ku tabloyên hatin pêşandan berhema keda 4 mehan e û got:

“Ev tablo êşên zarok û koçberên Sûriyeyê vedibêjin û ji wêneyên rastîn ên ku wênekêş Ehmed Kûsa kişandine, hatine girtin.”

Back to top button