Li Cerablusê zarokek di encama gulebaranê de hat kuştin

Rewşa li herêmên dagirkirî tevlihev û ne aram e, vê dawiyê li Cerablusê ji ber berdana guleyên bêserûber zarokek bû qurban.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî da zanîn ku zarokek di encama gulebarana bêserûber li Cerablusa dagirkirî de, hat kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, serçete Ehmed Xenûm jî, ji ber teqîna bombeyekê ku di erebeya wî de hatibû çandin, li ser rêya çem a Cerablusê hat kuştin.

Her wiha 4 endamên malbata wî jî birîndar bûn.

Back to top button