Şêniyên Dirbêsiyê: Bicihkirina hêzên PDK’ê li herêmên gerîla bi serê xwe şer e

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kirin ku bicihkirina hêzên PDK’ê li herêmên gerîla bi serê xwe şer e.

Girêdayî mijarê, Şêniyê Dirbêsiyê nerînên xwe ji Ajansa Hawar’ê re anîn ziman.

Şênî Îsam Hesen got:

“Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike, lê gerîlayên bi qehremanî têkoşîn dikin.

Ez bang li partiyên Kurdistanê dikim ku li ber masa diyalogê rûnên û çarenûsa gelê Kurd nîqaş bikin.”

Paşê jî Welatî Ezîz Baravî jî balkişand li ser berpirsiyariya PDK’ê û wiha pê de çû:

“Divê PDK’ê berpirsiyariya xwe bi cih bîn e, ji ber ku bêdengiya wê piştgiriya wê ya ji bo êrişên dewleta Tirk nîşan dide.

Li dijî van êrîşan em ê piştgiriya gerîla bikin.,ji ber ku êrîş ne tenê li dijî axa Başûrê Kurdistanê ye, lê li dijî nasname û hebûna gelê Kurd li çar parçeyan e.”

Back to top button