Li Îranê di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de 2 teqînên mezin

Duh li bajarê Kirman ê Îranê li nêzî gora Qasim Silêmanî du teqînên mezin rû da.
Di encama teqînê de 84 kes mirin û bêtrî 200 kesî jî birîndar bûn.
Piştî teqînan Serokomarê Îranê Reîsî serdana xwe ya ji bo Tirkiyê betal kir.
Reîsî bêy ku nav bide got: “Aliyên ev êriş kirine divê bizanibe wê berdêlên giran bidin.”
Rêvebiriya Waşingtonê jî îdiayên ku destê wan an jî hevalbendê wê Îsraîl di êrişê de heye red kir.

Duh li Îranê çaremîn salvegera kuştina Qasim Silêmanî bû.

Qasim Silêmanî di Çileya 2020’an de di êrişa Amerîkayê ya li Bexdayê de hatibû kuştin.

Lewma li parêzgeha Kirmanê merasîma bîranînê wê bihata lidarxistin.

Lê di kêlîya destpêkirina merasîmê de li nêzî gora Qasim Silêmanî du teqînên mezin li pey hev rû dan.

Berpirsekê ewlekariyê yê Îranê ragihand ku her du teqîn bi komandayên ji dûr ve hatine teqandin.

Di teqînên li Îranê de 84 kes mirin bêtirî 200 kes birîndar bûn

Di encama teqînê de polîs jî di navê de Bi sedan kes mirin û birîndar bûn.

Di nava çapemeniyê de, jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn weke 103 derketibû.

Tehranê ragehand ku, hejmara kesên di teqînên de jiyana xwe ji dest dane 84 kes in.

Bêtirî 200 kesî jî birîndar bûne.

Lê ji wan 180 kes li nexweşxaneyê tên razandin.

Ji wan 75 jin û 77 jî mêr in.

Li gorî van agahiyan, 47 kes jî di bin çavdêriya taybet de ne.

Her wiha di nava birîndarn de 28 jî zarok û ciwanên di bin temenê 15 salî de ne.

Ev teqîna ku derberyeke giran li Îranê da bandor li bernameya wan ya derve jî kir.

Reîsî serdana xwe ya ji bo Tirkiyê betal kir

Biryar bû ku îro Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li gel şandeyek bilind a siyasî û aborî serdana Tirkiyê bike û li gel Serokomarê Tirkiyê bicive.

Wê piştî wê jî beşdarî Civîna 8. Ya Encûmena Bilind a Hevkariya Îran-Tirkiye bibûya.

Lê li gorî medya Îranê ragihandî, ji ber teqînan, serdana Serokomar Reîsî hatiye betalkirin.

ÎRAN ÎSRAÎLÊ JI ÊRIŞAN BERPIRSYAR DIBÎNE

Reîsî der barê êrişên duh ên li parêzgeha Kermanê de tu nav neda û got:

“Îro we xwest lehiya gel bitirsînin.

Hêza we têra me nekir niha hûn gelê bêsûc hedef digirin.

Lê bizane ji ber van sûcan hûn ê berdêlên giran bidin.”

Duh jî rayedarên Îranê diyar kirin ku destê Îsraîlê di êrişê de heye.

Waşîngton: Îdayên li ser Amerîka û Îsraîlê tên kirin ne raste

Rêvebiriya Waşingtonê îdiayên ku destê wan an jî hevalbendê wê Îsraîl di êrişê de heye red kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji rojnamevanan re got:

“Amerîka bi ti awayî di êrişê de cih negirtiye û îdayên ku li ser wan tên kirin ne raste.”

Li Îranê teqîn: 103 Kes mirin, bêtirî 150 jî birîndar bûne

Back to top button