Li Myanmarê Cûntaya leşkerî 9 hezar kes efû kir

Cûntaya leşkerî ya Myanmarê ragihand ku ji ber salvegera serxwebûna welatê wan ji 9 hezar girtîyî re efû derxist.
Daxuyanî di demeke wisa de hat kirin ku artêşa di sala 2021’ê de bi darbeyê bû desthilatdar.
Cûntayê ragihand ku 114 girtiyên biyanî jî wê ji efûyê sûd werbigirin û ew ê ji ber sedemên ‘dualî û însanî’ bên dersînorkirin.

Ji ber salvegera 76. a serxwebûna welatê Myanmarê ji 9 hezar girtîyî re efû hate derxistin, ku ev yek her sal tê kirin.

Pîrozbahiya salvegera serxwebûna Myanmarê beriya niha li paytextê welat Naypyîdawê bi merasîmeke leşkerî destpê dikir û piştre axaftina serokê cûntayê Mîn Aung Hlaîngî çêdibû.

Lê belê îsal serokê cûntayê beşdarî merasîmê nebû û li şûna wî alîkarekê wî daxuyaniyeke ku beriya merasîmê hatibû amadekirin, xwend.

Konseya Rêveber a Dewletê di daxuyaniya xwe ya di roja pênçşemê de got:

“Ji bo pîrozkirina 76′, salvegera serxwebûna Mynmarê û rêzgirtina ji aştiyê re ji 9 hezar û 652 girtiyên zindan û girtîgehan re efû hatiye qebûlkirin.”

Der barê girtiyên siyasî de tu agahî nehat parvekirin.

Cûntayê di daxuyaniyeke din de eşkere kir ku 114 girtiyên biyanî jî wê ji efûyê sûd werbigirin û ew ê ji ber sedemên ‘dualî û însanî’ bên dersînorkirin.

Myanmarê piştî têkoşîneke demdirêj di 4’ê Çileya 1948’an de serxwebûna xwe ya ji Îngilistanê ragihandibû,

Back to top button