Li Til Birakê şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê ku di dem û li cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna 17 şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê ku di dem û li cihên cuda şehîd bûne, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê, merasîmek li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, kesên axivîn rola şehîdan di parastina destkeftiyên gelan de silav kirin û gotin: “Em dê, rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.”

Her weha soza berdewamkirina riya şehîdan hat dayîn.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek têkildarî jiyana 17 şehîdan hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin”û “Bijî berxwedana Serok Apo” bi dawî bû.

Back to top button